Hin Mijarên Rêzimana Kurmancî

Published on 6 April 2025 at 23:46

Hemza Sêvo/ Qamişlo:  Nivîskarê kurd Berzo Mehmûd bi berhema xwe ya bi navê ‘Hin Mijarên Rêzimana Kurmancî Li Ber Ronîya Zimannasiyê’ pirtûkxaneya kurdî zengîn kir. Derbarê wê de Mehmûd da zanîn ku pirtûka wî şîkariya rêzimanî, morfolojî û dengsazî di van lêkolînan de li gor metoda zimannasiyê vedihewîne.

Pirtûka bi navê ‘Hin Mijarên Rêzimana Kurmancî Li Ber Ronîya Zimannasîyê’ lêkolîna nivîskarê kurd Berzo Mehmûd e ku îsal ji hêla HRRK’ê ve hatiye çapkirin. Berzo Mehmûd lêkolîn derbarê rêziman û rastnivîsa kurmancî kiriye û 17 mijarên cihêreng xistine qada şîrovkirin, lêhûrbûn û lêkolînê. Nemaze; Rêbazên lêkolînkirina Rêziman, fonêm di zimanê kurdî de, morfolojiya ziman û hwd… Hêjayî bibîrxistinê ye ku 24 berhemên nivîskar Berzo Mehmûd bi zimanê kurdî û erebî hene, ya herî dawîn jî pirtûka Hin Mijarên Rêzimana Kurmancî Li Ber Roniya Zimannasiyê.

Têkildarî berhema xwe Berzo Mehmûd ji rojnameya me re axivî.

‘Pirtûka min a rêziman, lêkolînên rêziman û rênivîsa kurmancî vedihewîne’

Mehmûd da zanîn ku wî gelek mijar girêdayî rêziman û rênivîsa kurmancî kiriye qada lêkolîna xwe de û wiha got:“Lêkolîna rêziman babeteke herî giring e di serdema hevçerx de, ji ber wiha zimannasên cîhanê gelek hêz berdane ser vî milî, bi taybetî ji destpêka sedsala 20’an ve, piştî  ku Ferdinand Du Saussure ev babet xiste kirasekî zanistî ku pêwîstiya ziman bi mîtodên wesfî heye ji bo lêkolîna ziman û naskirina rûyê rast û drust di movikên wî de, li ser gelek astan ji deng û fonêm bigire ta morfolojî û ristesazî û watasazî. Ev hemî bi hev re hevdû temam dikin. Ev lêkolîn hewldaneke ji bo bersivdana pirsên derbarî mijarên rêziman. Şîkariya rêzimanî di van lêkolînan de li gor metoda zimannasiyê xwe belû dike ku dengsazî û morfolojî pirtir cih têde girtine. Li gor dîroka ku ev babet têde belav bûne sînorê fikrê rêzimanî destnîşan dike, ku tu lêkolînên zimannasîyê di zarê kurmancîya rênivîsa latînî de berî van nivîsaran belav nebûbûn. Ji bilî ku hin mijar cara yekem di kurmancî û di soranî de tê belavkirin.”

‘Mijarên lêkolînê ji nivîserên sala 1993’ê û şûnve’

Berzo Mehmûd destnîşan kir ku çend lêkolînên kevnar derbarê rêzmana kurmancî de hene û wisa domand: “Ev pertûk çend lêkolînên derbarê rêziman û rênivîsa kurdiya kurmancî bi xwe digire ku min di salên bûrî de di kovarên kurdî yên Rojava de û hin ji wan dervî Rojava de belav kiribûn, her mijareke dîroka belavkirina wê û nav û jmara kovarê li ber hatiye nivîsîn. Hin ji wan di sala 1993’an de hatine belavkirin û yê din di 2017’an de, lê piranî di salên navbera 1993’an heta sala 2006’an de hatine belavkirin. Ji bilî  ku min pertûkek di sala 2005’an de li Rojava belav kiribû, lê gihişte destê piranîya rêzimannivîsên Rojava û Bakur. Di vê çarçoveyê de bîrokeyên derbarê rêziman, rênivîsê û têrmên wan bi zelalî hatine ronîkirin û çespandin. Lê beşa yekem û duwem di vê pertûkê de vê dawîyê hatiye nivîsîn. Mijarên vê pertûkê komek ji nivîsarên min in ku ji sala 1993’an ve destpê dike ta sala 2005 û li dawî lêkolîna Kopyula ku sala 2010’an de belav bû.”

‘Min xwendineke têr têkildarî rêzimanên kilasîk kir’

Mehmûd diyar kir ku wî di pirtûka xwe de lêvegerek derbarê rêzmana kilasîk kiriye û wiha anî ziman: “Gava yekem ji bo min ew bû nûjenkirina têrmînolojîya kurdî û lêkolîna li ser cewherê pirsgirêkên ku di pêşdebirîna termînolojîyê de dibin asteng, bi ser ku min têrmînolojîya Bedirxanî di nivîsên xwe de ji roja pêşî ku min dest bi nivîsînê kiriye, bi kar neaniye. Min xwendineke têr di berhemên rêzimana klasîkî de kir, wek Celadet, Kamîran, Qenat, Cegerxwîn, Reşîdê Kurd û Sadiq Behaedîn Amêdî. Herweha pertûkên rêzimana dibistanên Başûrê Kurdistanê wek Nûrî Emîn, Mesûd Mihemed, Kurdistan Mukiryanî, Ewrehman Hacî Marif û hwd… Min dît ku zimanzanên her du zarên kurdî, Bakur û Navîn, di  têrmînolojiyê de û şîrovekirina rêzimanê kurdî de ne wek hev in. Min ji xwe re got ka ez çi bikim, serê min tevlihev bû, kêşe aloz e, ez giham wê nêrînê ku berî her karekî, ez tiyorîya zimannasîyê û têrmînolojîyê bi zimanê ingilîzî baş bixwînim. Nemaze ya damezrênerê wê ku Wuster bû, min binemayên têrmînolojiyê nas kirin, piştre min têrmên ku nav destê me de hene li bêjingê xistin û min riya hilbijartinê girt. Ev yek baştir e ku ez têrmên nû bidim, her ev bû rêbaza min.”

‘Min xwest têrmên zaraveya kurmancî û soran bikim yek’

Nivîskar Berzo Mehmûd anî ziman ku armanca wî nêzkirina têrmên kurmancî û soranî bû û wiha axivî: “Min têrmên Celadet guncaw nedidîtin, min komek têrmên hin nivîskarên zaraveya soranî bi kar anîn piştî lêkolîneke dûdirêj di nav bêndera zimanansên zarê soranî de. Ya dîtir jî min dît ya baş ew e ku her du zarên kurdî di buwara têrman de bibin yek dê alîkarîya têgehiştina zimanê mêta ziman bike. Helwesta zimannasên kurmanc despêkê dijî min bûn, li xwe ne xweş tanîn, lê nediwêrîn nêzîkî min bibin, ji bo nimûne carekê di sala 1999’an de min gotarek bi navê paşgira (er)  di Kovara Gelawêjê ya li Sûrî belav dibû, min belav kir. Camêrekî ez tometbar kirime ku ez bi zimanekî sormancî dinivîsim, vê paşiyê piştî 12 salan nû têgihişt ku ew şaş e, wî dev ji têrmên xwe geriye û da ser rêya min. Ji xwe wilo baş e. Li hêleke din belavkirina têrmînolojîya zimannasîyê bi bijartina herî baş li gor dîtina min di nivîsarên min de berbiçav e. Mixabin, şaşiyên tîpçinînê(tenddîd) û yên çapê di pertûkên min de hene, bi taybetî di pirtûka minî ya dawî de ya bi navê (Hin Mijarên Derbarî Rêzmana Kurmancî). Lê dîsa ziyanê nagihêne naverokê.”

Add comment

Comments

There are no comments yet.

Create Your Own Website With Webador